AMED - Ji hêla Şaredariya Yenîşehîra Amedê ve Yekemîn Şahiya Çand û Sporê ya Ciwanan par hatibû lidarxistin û îsal jî ya duyemîn di 3-4 û 5 ê sermawezê dê pêk bê. Di şahiyê de derdora 2 hezar ciwan dê tevli pêşbaziyên sporê bibin.
2’emîn Şahiya Çand û Sporê ya Ciwanan dihat plankirin ku îsal di meha avrelê de dê bê lidarxistin. Lê ji ber bûyerên Amedê yên dawiya meha adarê pêk hatibûn hate betalkirin. Şaredariya Yenîşehîrê ji ber daxwazên ku zêde hatine biryar girt ku îsal di 3-4 û 5’ê sermawezê de şahiyê li dar bixe. Cîgira Şaredarê Yenîşehîra Amedê Nevîm Yakût li ser xebatên amedekariyê diyar kir ku şahiyê par eleqedariyeke mezin dîtiye û ji ber bûyerên Amedê şahiya îsal hatibû betalkirin. Yakût anî ziman ku wê demê 5 hezar û 500 kesî ji bo tevli musabakayên sporê bibin serlêdan kirine. Yakût wiha got: “Ji ber vê eleqeya zêde, me biryar girt ku îsal di 3-4 û 5’ê sermawezê de di 6 beşên sporê de şahiyê li dar bixin. Bi komîsyonekê me dest bi xebatan kir û me xwe gihand kesên ku bêrê serlêdan kiribûn”.
Yakût destnîşan kir ku şahî dê îsal bi giranî li ser sporê be û bi vê yekê xwestine ku bersivê bidin eleqedariya ciwanan. Bi vî awayî jî armanc kirine ku di navbera ciwanan de hestên pişgiriyê pêş bixin. Heta niha di beşa futbolê de 120 tîman, di beşa basketbolê de 28 tîman, di voleybolê de 31 tîman, di atletîzimê de 200 kesan, di santraçê de 120 kesan û di beşa tenîsa maseyê de 120 kesan serlêdan kirine. Yakût destnîşan kir ku der dora 2 hezar kes dê tevli pêşbaziyan bibin û di rojên pêş de dê pêşbazî dest pê bike. Yakût got di çarçoveya şahiyê de panelek, xebateke atolyeyê, pêşangehek û konsereke mezin jî dê bê lidarxistin.